Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêmiya di gola Urmiyê de ji nav çûye

11:56 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2022

Bi sedema şoratiya zêde, teke canlibera gola Urmiyê ya bi navê “Artêmiya” ji nav çûye û bi vê sedemê xisarek zêde bi beşa xwedîkirina masî û her wisa jîngeha gola Urmiyê kevtiye.

Cihgirê parastina jîngeh a Urmiyê “Hocet Cebarî” di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Mêhr” a girêdayî rejîma Îranê gotiye: “Bi sedema tîratiya zêde ya xwê ya ava gola Urmiyê, êdî Artêmiya nikare têde bijî û ji nav çûye û di sala bê de jî ti hêviyek bo zindîkirina Artêmiya li gola Urmiyê tinîne”.

Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi çikbûna tevaw a beşa başûra gola Urmiyê gotiye: “Jiyana ajelên giravên gola Urmiyê di metirsiyê de ye”.

Artemiya ku xwarina bingehîn a mêygû û masiyan bi taybet masiyên xawyarî ye, êdî ji gola Urmiyê nayê dabînkirin û kesên ku masiyan xwedî dikin neçar in ji derveyî Îranê her kîlo Artêmiya bi nirxa 80 heta 100 dolarî bikirin.

Bo xwedîkirina masiyan nikarin ti madeyek xwarinê bi cihê Artêmiyayê bi kar bînin û di berdewamiya wê rewşê de, pîşeya xwedîkirina masiyan dê bi giştî bisekine.

Tîratiya xwê li gola Urmiyê niha 400 girem li her lêtrekê ye û Artêmiya heta tîratiya 240 girem xwê li her lêtrek avê de dikare zindî bimîne.

Serokê navenda “Refrans a Artêmiyaya zanîngeha Universiteit Gent” a Biljîkê “Prof. Sorgelos” yek ji navên berê yê Artêmiyayê bi “Brine worm” anku “Kurmê ava Şor” daye zanîn. Balkêş e ku navê gola Urmiyê jî gelek caran bi gola Ormiyê hatiye nivîsîn.