
Kurdistanmedia: Balafireke bê pîlot ya Husiyên Yemenê, bo bi armanca pedafendên dijî mûşekî ên “Erebistan”ê.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Şemî 5`ê Cozerdana 1398`an (27`ê Gulana 2019`an), berpirsekî payebilindê “Erebistan”ê ragihand, balafireke bê pîlot ku armanca wê êrîşkirina li ser bajarê “Jizan”yê bûye ji aliyê pedafendên dijî mûşekî ên Erebistanê ve hatiye xistin.
“El-Malikî” Berdevkê Hevalbendiya li dijî Husiyan bi berêveberiya “Erebistana Si`ûdî” ragihand ku, piştî encama dana lêkolînên derheq wê balafira bê pilot, ev yek zelal bû ku ew balefira bê pîlot, ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye çêkirin.
“El-Malikî” rejîma Îranê bo şandina balafirên bê pîlot û alavên şer bo Husiyên terorîst ên Yemenê tawanbar kir.
Her di vê derheqê de, di heyama çend rojên borî de, “Erebistan”ê nûçeya balafireke bê pîlot a Husiyên terorîst ê Yemenê ku merema wê bi armanckirina bajarê Riyazê bû, ji aliyê pedafendên dijî mûşekî ên wî welatî ve xistibûn belav kirbû.
Her di vê pêwendiyê de, roja Çarşemî 1`ê Cozerdana 1398`an (22`ê Gulana 2019`an), “Erebistana Se`ûdî”, bi şandina nameyekê ji Şêvra Ewlehiyê re daxwazkir da ku, pêşî ji kiryarên têkderane û terorîstî yên rejîma Îranê ku, gefin li dijî ewlehiya deverê bigir e.
Herwisa di wê nameyê de îşare bi wê yekê hatiye kirin ku, rejîma Îranê piştevaniya girûpên terorîstî dike û ev yek gefeke li dijî ewlehiya dever, saziya navneteweyî û herwisa li dijî firotina neftê.
Girûpên terorîstî ên girêdayî rejîma Îranê, bi berdewamî êrîşên esimanî li dijî “Erebistana Si`ûdî”yê encam didin, û rejîma Îran jî, bi alavên şer û balafirîn bê pîlotên ku ji wan terorîstan re dişîne, ewlehiya deverê têk daye.