Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arteşa Îranê di tepeseriya xelkê de beşdarî kiriye

12:46 - 12 Adar 2021

Fermandeyê hêza bejayî ya Arteşa rejîma Îranê, Pasdar “Kiyomers Hêyderî”, gotiye ku bi daxwaza Serokê Stada Hevpar yê Arteşê, hêza bejayî a Artêşê di tepeseriya xelkê li sala 2017an de beşdarî kirbûn.

Pêka gotina wî pasdarê rejîmê, “Elî Xamineyî” biryara taybet bona tepeseriya xelkê dabû.

Di meha Befranbar a sala dawiya sala 2017an de, xelkê nerazî di destpêkê de li dijî bilinbûna nirxan û bêkariyê, hatine ser şeqaman û piştre durişmên xwe bi, “mirin bo dîktator” û “neman bo komara Îslamiya Îranê”  guherîn.

Xwenîşandan bi êrîşa hêzên tepeserkare rejîmê, piştî 3 rojan li ser şeqaman , hêdî hêdî bi dawî hat.

Piştî wê xwenîşandanê, li sala 2019an de, dîsan li Kurdistan û Îranê de xwenîşandan li dijî rejîma Îranê destpê kir ku hejmarek zaf ji xelkê ji aliyê rejîma tepeserkare Îranê ve hatine girtin, kuştin û birîndar kirinê.