
Artêşa Îraqê Biryara domandina operasyonên hevpar yên dijî DAIŞê da û daxwaz ji artêşa Amerîkayê kir, ku bila li ser alîkariya bi artêşa Îraqê re berdewam be.
Artêşa Îraqê roja Pêncşemî 30`ê Kanûna Paşîn ragihand, ku ew operasyonên dijî DAIŞê yên digel hevalbendiya Navnetewî, bi serokatiya Amerîkayê jinûve didomîne.
Piştî kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst û Ebu Mehdî Muhendis ji aliyê Amerîkayê ve, karên hevpar di navbera artêşa Amerîka û artêşa Îraqê de hatibûn sekinandin.
Artêşa Îraqê ragihand ku amade ne heya dema dawîpêhatina lihevhatina digel hevpeymaniya Navntewî bi awayê hevpar kar bikin û alîkariyê ji wan wergirin, herwisa ev amade ne lihevkirineke nû jî dabinên. Artêşa Îraqê biryar daye ku operasyonên hevpar werin domandin.
Hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîka piştî kûrbûna alozîya di navbera Amerîka û Îranê li ser kuştina Qasim Silêmanî, biryara sekînandina operasyonên hevpar ên xwe digel artêşa Îraqê dabû ku leşker û bingehên xwe biparêz e.
Ew biryara artêşa Îraqê di demekê de ye ku, parlemana Îraqê jî biryarek pejirandibû û ji hikûmetê xwstibû ku dawiyê li hebûna hêzên bîyanî di nav axa wî welatî de bîne.