Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îraqê êrîş kire ser Şengalê

12:20 - 3 Gulan 2022

Artêşa Îraqa fedral ev serê 2 rojane bi çek û cebirxaneya giran êrîş kiriye ser Şengalê û şer û pevçûnekî tund qewmiye.

Roja Dûşemiyê 2 yê meha Gulana 2022 an, Artêşa Îraqa fedral bi beşdariya hezaran serbazan û bi Tang û Top û Helîkoptêrên şerker, êrîş kiriye ser Şengalê û şerekî giran di navbera Artêşa Îraqê û girûpên girêdayî bi PKKê hatiye pêş.

Gorî dawî zaniyariyan di wan pevçûnan de çendîn kes hatine kuştin û birîndar kirin û Artêş bi top û tangan bi dijvarî bajar dikute.

Gorî daxûyaniya parêzgarê Dihokê, Hezaran kes ji xelkê sivîle Şengalê mal û halê xwe berdane û ji bona parastina canê xwe, xwe gihandine Dihokê.

Nûnerê Herêma Kurdistanê bo operasyonên hevpare Îraqê ragihand: Ev hêza Artêşa Îraqê bona cîbicîkirina lihevkirina Hewlêr – Bexdayê çoye Şingalê, û hekî girûpên çekdare ser bi PKK ê bi awayê aştiyane livê dernekevin, dê bi zora çekê derêxin. Lê girûpên ser bi PKKê amade ninin Şengalê berdin û gorî gotina Serokê operasyonên hevpare Îraqê, PKKê dest kiriye bo kêşana hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê , bo ser Şengalê.