
Artêşa Îsra`îl di pilaneke stratejik de, Sitadek taybet bo egera rûbirûbûna di gel Îranê avakir
Roja Pêncşemî, 24`ê Rêbendanê, Artêşa Îsra`îl ragihandiye ku, di pilanek stratejîk de, bo heyamê 5 salan “Sitad a taybet li hemberî Îranê” avakiriye
Armanca wê pilana stratejîk ku bo heyamê 5 salane û bi navê “Momêntom” hatiye navdêr kirinê, bergirî û bertek bi lezgîniya zêde, li hemberî egera êrîşên dujminan ve û kuştina zêdetir bi diqeteke zêde û di kêmtirîn dem deye.
Rasipartiya Artêşa Îsra`îl bi bê Sitadê, analîz an lêkolîn û zanîna “ gefên leşkerî yên Îran”ê ye.
Fermandeyê Sitada Artêş a Îsra`îl ragihand ku, êdî dema şerên 33 roje û 50 roje nemaye û niha, dibe “Dujmin di 3 rojan de seqet bikin”.
Rejîma Îranê tim gefan ji Îsraî`lê dixwe û di ragihandinên xwede û ji aliyê berpirsên siyasî û leşkerî ve, bi eşkere gefa jinav birina Îsra`îlê dike.