
Kurdistanmedia: Artêşa Îsra`îlê bênavber binke û navendên Spaha Qods a terorîst yên li Sûriyê dike armanc.
Roja Şemî 13`ê Nîsana 2019`an, balafirên şer yên hêza esmanî a Îsra`îlê malpera perwerdehiya leşkerî a Spaha Quds a terorîst ya li ”Şêx Xezeban”a ser bi Mîsaf a Sûriyê bombebaran kir.
Nûçegihaniya “SANA” û televîzyona fermî a Sûriyê jî ev êrîşên balafirên hêza esmanî a Îsra`îlê erê kirine.
Li gorî hin raporên belavbûyê, yek ji cihên ku bûye armanca êrîşên esmanî yên Artêşa Îsra`îlê, Navenda Lêkolîn û Berhemanîna mûşekên Balistîk ya rejîma Îslamî a Îranê bûye.
Herwisa deverên han ku rastî êrîşên esmanî yên artêşa Îsra`îlê hatine, bilî hebûna hêzên Spaha Quds a terorîst, parek jî di bin desthilata girûpa “Cêyş- Eltehlîr El-Felestîn” bûne û ev hêzane di vê deverê de di bin çavdêriya Spaha Quds a terorîst de dewrên perwedehiyê dîtine.