Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê bo êrîşkirin li ser rejîma Îranê xwe amade dike

18:46 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 26ê Pûşperê, Rêveberê Giştî yê Stada hevpar a Artêşa Îsraîlê “Avîv Kuxawî” ragihand: “Artêşa Îsraîlê bo êrîşkirin li ser rejîma Îranê di halê xwe amadekirinê de ye û divê xwe bo her cure rewş û sinaryoyekê made bike.”

Herwisa navbirî tekez kiriye ku, bijardeyên leşkerî yên li dijî rejîma Îranê li serweyî bernameyên ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê ye.”

Herwisa Rêveberê Stada Artêşa Îsraîlê behsa vê yekê jî kir ku, bo bikiriyarkirina wê biriyarê di warên “malî, hêza mirovî, zanyarî û hînkariyê”, amadene û tenê maye ku çek û cebilxaneyan bo wê êrîşê amade bikin. 

Gotinên navbirî di halekê dene ku, “Kemal Xerazî” serokê Şêwreya Stratîjîka Peywendiyên Derve yên rejîma Îranê û “Cewad Larîcanî” Cihgirê berê yê Wezareta Karûbarê Derve yên rejîma Îranê gotine: “Em amadene ku çeka navkî çêbikin.”