Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku cihê çavdêriya Artêşa Sûriyê li bilindahiyên “Colan”ê teqandiye û pêka gotina Nûçegihaniya Firansê, ew Sêyemîn cihê çavdêrî li Îsraîlê de ye ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye teqandin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê yê Ereb ziman, “Avichay Adraee”(Avîxay Edre`î) bi rêya “Twitt”ekê re daye zanîn, ku Artêşa Îsraîlê ciheke çavdêriya Artêşa Sûriyê li devereke Îsraîlê li rojavayê “Xeta Alfa”yê li bilindahiyên “Colan”ê teqndiye û pêka gotina Nûçegihaniya Firansê, ew Sêyemîn cihê çavedêriya Artêşa Sûriyê ye ku îsal ji aliyê Îsraîlê ve hatiye teqamdin.
“Avichay Adraee”(Avîxay Edre`î) ragihand: “Hêzên Îsraîlê çûne nav wê cihê çavdêriyê û ew teqandine”.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê, “Avichay Adraee”(Avîxay Edre`î) li derheq kuştî an birîndarên wê êrîşê ti zaniyariyek nedaye.
Îsraîlê di wan çend salên dawiyê de û piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê, êrîşên esmanî li ser Sûriyê desetpêkiriye û piraniya armanca wan êrîşan, hêzên Îranê an girûpên girêdayê rejîma Îranê bûne.