Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsra`îlê êrîşî ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê kir

12:18 - 18 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Hêzên Artêşa Îsra`îlê, careke din êrîşî ser binke û stargehên leşkerî yên rejîma Îranê li Sûriyê kiriye.

Roja Înê 27`ê Banemera 1398`an, (17`ê Gulana 2019`an), hêzên Artêşa Îsra`îlê di berdewamiya êrîşên xwe bo ser girûp û saziyên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê yên li Sûriyê, careke din binke û stargehên van bombebarankirine.

Her di vê pêwendiyê de, nûçegihaniya “SANA” ya girêdaiy rejîma Beşar Esed ragihandiye, êrîşên mûşekî yên artêşa Îsra`îlê li bilindahiyên “Qenîtere” hatine encam dane ku, pêkhateya Berevanîkirinê ya Sûriyê çendîn ji van mûşekan jinav birine, û çendîn  mûşekên din jî li deverên Sûriyê armancên xwe pêkandine.

Her di vê pêwendiyê de, aliyên opozisyon ên Sûriyê ragehandine ku, êrîşên mûşekî yên hêzên Artêşa Îsra`îlê, çend enbarên çek û teqemeniyên hêzên Qudis a taya derve ya Spaha Pasdarana terorîst û Hizbulaha Lubnanê li devera Elkesve kirine armancên xwe ku, di encamê de hemû vêrankirine, lê, heya niha tu amarek derheq can jidest dana çekdarên rejîmê di vê êrîşê de nehatine ragehandin.

Cihê basêye ku, zêdebûna aloziyan dinavbera rejîma Îran û Amerîkayê û gefxwerinên desthilatdarên rejîma Îranê êrîşkirina li ser welatê Îsra`îlê, eva yekem care êrîşên Artêşa Îsra`îlê li dijî girûpên terorîstî yên rejîmê li Sûriyê ye.

Di heyama çend salên derbazbûyî de, Artêşa Îsra`îlê, zêdetir li 220 caran êrîşî ser berjewendî, girûp û saziyên rejîma Îranê li Sûriyê û bitaybet hêzên Spaha Qudis taya girêdaiy Spaha Pasdaran a terorîstî li derve kiriye, lê,  heya niha, berprisên rejîma Îranê wekî, siyasetên tirsnok yên hertimî yên rejîmê, dengê xwe nekirine.