Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa rejîma Îranê di manorekê de “Nav”ek xwe ya şer kire armanc

11:50 - 11 Gulan 2020

Roja derbasbûyî, 10`ê Gulanê, pêka nûçeyên belavbûyî, “Nav”a “Cemaran” a şer a Artêşa rejîma Îranê “Nav”eke xwe ya şer ya bi navê “Kunarek” kire armanc û di encamê de hejmarek ji leşkerên Artêşê hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêzên deryayî yên Artêşa rejîma Îranê duh li manoreke leşkerî di deryayay Umanê de, bi mûşekek Kiruz a derya bi derya “Nav”ek xwe kirirye armanc û di wê bûyerê de, pêka amarên nefermî, heya niha 40 leşkerên Artêşa rejîmê hatine kuştin û hejmarek zêde jî birîndar bûne.

Lê pêka amara ku Pêwendiyên giştî a Hêzên Deryayî ya Artêşa rejîma Îranê ku daye zanîn, wiha hatiye: “Di piştînîvroya duh, li manoreke leşkerî de gemiyeke şer a bi navê “Kunarek” a ser bi Artêşa Îranê rastî bûyerekê hatiye û di wê bûyerê de 19 leşkerên Artêşê canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.”

Artêşa Îranê di daxuyaniyên xwe de basa bûyera wê “Nav”a şer nekiriye, lê pêka çavkaniyên nefermî ku dibêjin, “Nav”a şerker ya “Cemaran”, bi awayekî şaşî û bi mûşekekî Kiruz “Nav”a din a bi navê “Kunarek” kiriye armancê xwe û di vê armancê de 40 kes hatine kuştin û hejmarek zêde jî hatine birîndakirin.