Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa rejîmê pîlanan derheq destêverdan di nav karûbarên jîngehê de dadirêje

13:29 - 8 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Di demekê de ku çalakvanên jîngehparêziyê di girtîgrehan de ne, artêşa rejîmê jî biryara destêverdan di nav karûbarên jîngehê de daye.

Ebdulrehîm Mûsevî, fermanderê giştî yê artêşê di biryarekê de, daxwazkiriye da ku hêzên van derheq parastina jîngehê de destibkar bin û zêdey li caran hewl bo jîngehêparêziyê bidin, û herwisa daxwaz kiriye da ku ji bîr û ramanên pisporên vî warî mifahê verbigirin, û rêçareke bicî derheq bandordarbûna derheq parastina jîngehê bibînin.

Axavitinên wî berprisê rejîmê û daxwazkariyên wî li hêzên xwe derheq destêverdan di karûbarên parastina jîngehê, di demekê ye ku navendên leşkerî yên rejîmê bi awayên ewlehî çav li çalakvanên jîngehparêziyê dikin û pirranyia çalakvanên jîngehparêziyê bi tohmetên ajanîkirin û hebûna dîtingeha biguma li ser van, niha di girtîgehên rejîmê de hepsîne.

 Di demekê de ku, artêşa rejîmê dixwaze dest bi karê parastina jîngehê bike, Spaha Pasdaran a terorîst, li rêya pirojeyên nezanistî yên wekî, çêkirina bendavan li cihên  nebicî, têkdana daristanan, avakirina avahiyan li peravên rûbaran, agir berdana daristanan bitaybet li deverên Kurdistanê, ku mejûlê têkdana jîngeha Kurdistan û Îranê ne, karnas sedema daketina erdê û çêbûna çalên kûr û rabûna lehiyên vê  dawiyê,  li pêzgehên wekî Luristan û Gulistanê,  girêdayî van pirojeyan dizanin

Wisa xuyaye ku, artêşa rejîmê bi destêverdanên Spaha Pasdarana terorîst û têkdana zêde ya jîngeha Îran û Kurdistanê bibe sedem bo bicih hêlana şûnpêyên xwe di jîngeha wî welatî de.