Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Tirkiyê binkeyên PKKê li Mexmur û Şengal kire armanca xwe

11:22 - 15 Hezîran 2020

Balafirên şer ên Tirkiyê şeva derbasbûyî êriş kirine ser kampa Penaberan a PKKê li bajarê Mexmûr û Şengalê û di vê êrîşê de kesên sivîl jî hatine birîndarkirin.

Li gorî agahiyan, di bombebarana giran a balafirên şer yên Tirkiyê yên li ser Mexmurê, ti keseke sivîl rastê zirarê nehatiye, lê zeviyên ku sivîlan ji bo çêrandina ajelên xwe bi kar dianîn hatine şewitîn.

Pêka nûçeyên belavbûyî li devera Şengalê kesên sivîl bi sedema bombebarana balafirên Tirkiyê hatine birîndarkirin.

Artêşa Tirkiyê şeva derbasbûyî li dijî PKKê operasyonek berfireh a esmanî pêk anî. Wezareta Berevanî ya Tirkiyê operasyona şeva bihorî bi navê “Penceya Helo” ragihand.

Li derheq pêkanîan wê operasyonê de, Wezareta Berevanî ya Tirkiyê daye xuyakirin, destpêkirina operasyonê ji ber zêdebûna metirtisiyên li ser sînor û êrîşkirina ser binkeyên polîsên Tirkiyê ye.