Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asayîkirina Merg

19:17 - 6 Hezîran 2020

Kerîm Perwîzî

Dema ku tiştek asayî dibe, hestyariya bîner li hember vê mijarê kêm û kêmtir dibe, heya vî cihî ku hekî rojekê vê diyardeyê nebîne, ecêbgirtî dimîne, û mêjiyê wê pê hestyar dibe ku çima ew tişt nemaye û ne xuya ye!

 Hilatina rojê û bexşîna tîrêjên afirîner tiştekî asayî ye, û lawazbûna tîrêjên wê di dema havînê de wekî bûyereke kêmxuya cihê pirsê ye. Eva li cem deshelatdarê serberedayî bûye bingeh û eslek, bona vê ku xelk nerazîbûna xwe li hember tiştekê de nîşan nedin, û ew qas dubare dikin, da ku xelk vê yekê asayî wergirin û pê razî bin.

 Di Amerîkayê de ku di asta cîhanî de xwe wek nûnerê demokrasî û azadiyê nas dike, rojane sedan kes bi nexweşiya Koronayê dimrin, û herçend ku vê yekê xelk nigeran kiriye, û tirsa nexweşî û mirinê, xelk ji jiyana asayî dûr xistiye, lê mergê zêdetir ji 100 hezar kesî nebûye sedema tûreyî û kerb û kîna civakê, lê dema ku kesek bê tawan bi berçavê civakê, li bin piyê polîsekê de tê kuştin, tûreyî raserî civakê digre, û dest bo şewitandina sembolên vî kesê mirovkuj dibin. Jiber ku civak kuştina kesên bêtawan li cem wê asayî nine, û weha hîn bûye ku polîs dibe canê civakê biparêze, ne eva ku jiyana wan jê bistîne. Eva di demekê de ye, ku canê mirovan li cem civakeke din û sîstemeke din bi awayekî din e! Sîstema koloniyalîstî a zal bi ser Îranê de jî, ji van sîsteman e ku berdewam tawanan diafirîne, da ku hebûna tawanan bibe tişteke asayî, û nebûna tawanan bibe bûyereke ecêb!  

Zêdetir ji çar dehikan e, ku îdeolojiya dugm ya Wilayeta Feqîhî, propagendeya vê dike ku mirov li hemberî nîzama zal de hîç nine, û canê mirov dibe bibe qurbanî da ku sîstem berdewam be. Hebûna vê dîtingehê bo mirov bi birçîkirin û nebûna îmkannatên dermanî û rê û banên xirab û nebeûna bîmeya dermanî û ya kedkaran û tûşbûna bi maddeyên sirker û dehan diyardeyên din, rojane bi hezaran kesî di civakê de dikuje, û ew yek bo tu kesî girîng nine, û her hemû li cem wan asayî ne. Her demekê ku rejîm ji kesekî û ji kesaneka biguman bû, wan digre û yan jî îşkence dike û gellek caran jî bi berçavên hemû dunyayê teqê li Kurd û Belûç û Ereb û xwenîşander û ciwanekî motorsiwar yan …hwd dike, û her hemû jî li cem civakê asayî bûne. Niha hekî çend kesek nerazîbûna xwe nîşan bidin, û rejîma koloniyalîstî a hakim wan destbiser neke, û wan nede ber gulleyan, eva civak wê rastî ecêbgirtîmanê bibe, û wê bikeve nav fikaran, ku çima deshilat wan nakuje. Bi taybetî civaka Fars û navendnişîn, kuştin û kuştara neteweyên bindest li cem wan asayî ye, û renge hindek ji wan ji dil ve jî pê kêfxweş bin. Çê nabe neteweya serdest li Îranê mergê neteweyên bindest pê asayî be, û di heman demê de civakeke asûde jî hêvî bike. Merg li Îrana di bin deshilata Wilayeta Feqîh de hatiye asayîkirin, û bona ramalîna sîstema hakim dibe ku civak merg jê re neasayî be, nek mirin!