Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asayîkirina peywendiyên di navbera Îran û Erebistanê de gihîştiye bumbestê

18:03 - 4 Gulan 2022

Rejîma Îran û Erebistan ku bi navbendçîtiya Îraqê hewl didin pirsgirêk û aloziyên di navbera xwe de çareser bikin lê, sedema zêdebûna pirsgirêkan wan gotûbêjên xwe rawestandine.

Di esasê de di navbera rejîma Îran û Erebistan de pirr pirsgirêk hene ku, girîngtirîn ji  wan pirsgirêkan rikeberiya deverî û hewlên bona bi hêza serdest li Rojhilata Navîn e.

Îdiaya birêveberiya cîhana Îslamê, rikeberiya dinavbera mesebên weke Şîe û Sunî û herwisa dijheviyên îdeolojîk, ji wan pirsgirêkên bingehînin ku ew herdu welat li hemberî hevdu dane sekinandin.

Herwisa pirsgirêkên navxweyî yên welatên weke Yemen û Lubnanê jî, bûye sedema vê yekê ku ew herdu welat li hemberî hevdu rawestin û helwestên lidijî yektir hebin.

 Rejîma Îran û Erebistan, hevdu bi destêverdan li karûbarên navxweyî yên welatên deverê de tometbar dikin.

Li sala 2016`an de peywendiyên diplomatîk ên Îran û Erebistanê, bi sedema êrîşa li ser balyozxaneya Erebistanê li bajarê Tehranê û konsûlxaneya Erebistan li bajarê Meşhedê hatibûn qutkirin û ji vê demê ve welatên deverê hewlê didin ku peywendiyên dinavbera wan herdu welatan de asayî bikin lê, heta niha hewlên wan ti encamek nebûye.