Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Associated Press”: Hejmarek ji alîgirên “Trump” daxwaza dorpêçên tundtir dikin

11:56 - 29 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistaanmedia: Di navbera dewleta “Trump” û hinek ji alîgirên wî, di kongireyê de, kêşe çê bûne, jiber ku hinek ji alîgirên wî, daxwaza dorpêçên herî tund dikin.

Serkomarê Amerîkayê roja 3`ê Rezberê ragehand ku serbarê hemû dorpêçan li dijî Tehranê, wê dorpêçên girantir jî li dijî banda mezin û berfireh ya kiryarên têkderane ên Îranê wê bigrin pêş.

“John  Bolton”  Şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya dewleta “Trump” ragehandiye ku hekî siyasetên rejîma Îranê ên herêmî nehêne guherîn, Amerîka wê dorpêçên girantir bixe ser rejîma Îranê.  

 “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê jî li dawî rojên Rezberê di nivîsekê de ragehand ku Amerîka pêdagir e li ser zext û givaşxistina herî zêde li ser rejîma Îranê.

Lê “Associated Press” radigehîne ku hejmarek  ji yasadanerên muhafizekar ên Amerîkayê û hinek ji şêvirmendên dervey dewletê, nîgeran in ku dewleta Amerîkayê, renge sozên xwe bi cih nehîne, û dorpêçên herî tund nexe ser Tehranê.