Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta ava çavkaniyên ava parêzgeha Luristanê ji sedî 49 kêm kirine

18:00 - 9 Gulan 2022

Serokê birêveberiya kirîzên rejîma Îranê li parêzgeha Luristanê “Mehdî Pazûkî” gotiye: “Tevî kêmbûna ji sedî 49 asta ava çavkaniyên ava parêzgehê, paşkevta ava bendavên wê parêzgehê liçav sala derbasbûyî ji sedî 36 kêm kiriye.

Herwisa navbirî gotiye: “Luristan di navbera du çemên mezin û pir av ên weke Karûn û Kerxê de ye û ji sedî 50 rûbera parêzgehê ber bi aliyê ava çemê Kerxê û beşa din jî ber bi aliyê ava çemê Karûnê ye.  

Navbrî behsa vê yekê jî kiriye ku, nêvinciya barînê li ser devera avrêja wan çeman li meha Rezbera sala 1400`an heta dawiya meha Xakelêveya sala 1401`an liçav sala derbasvûyî ji sedî 12 kêmtir kiriye û di dirêjheyamiyê de ji sedî 27 ava wan kêm kiriye.

Herwisa Mehdî Pazûkî” daye zanîn ku, ava çemê Karûnê  liçav sala derbasbûyî, ji sedî 13 û di dirêjheyamiyê de ji sedî 19 kêm kiriye.

Ava çavkaniyên ava parêzgeha Luristanê di dirêjheyamiyê de  ji sedî 49 kêm kiriye ku, di vê navberê de ava çemê Kerxê ji sedî 60 û çemê Karûnê jî ji sedî 24 kêm kirine.

Asta ava pişt bendavên parêzgeha Luristanê liçav sala derbasbûyî ji sedî 36 daketiye.