Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta ava gola Urmiyê daketiye

12:30 - 17 Nîsan 2021

Bi sedema bernedana av ji avbendên avrêja gola Urmiyê, asta ava gola Urmiyê daketiye û Stada Zindîkirina Gola Urmiyê, Wezareta Vize li vê derheqê, tawanbar dikin.

Roja Înê 16ê Nîsanê, berpirsê Parêzgehî yê “Stada Zindîkirina Gola Urmiyê”, “Ferhad Serxoş”, tevî îşarekirin bi cîbicînebûna berdana av ji avbendan ve bo gola Urmiyê ji aliyê Wezareta Vize ve, got: “Asta ekolojîka Urmiyê li niha, pêka sala derbasbûyê kêmtir bûye.”

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye ku bername û xişteyek a berdana av ji bendavên avrêja gola Urmiyê heye û pêka vê xişteyê, dibe 640 milyom metra 3cî, av bo gola Urmiyê hatiba berdan.

Çend rojan berî niha jî birêveberê Ofîsa “Bernamêrîzî û Telfîq” yê “Stada Zindîkirina Gola Urmiyê”, “Mesûd Tecrîşî”, tevî îşarekirin bi bernedana ava para gola Urmiyê, daye zanîn ku bi tenê 160 milyon metra 3cî, av ji avbendan ve bo gola Urmiyê hatiye berdan.

Pêka sala par asta ava gola Urmiyê, îsal 60 santîmetran daketiye û bi qasî 3 milyard û 810 milyon metra 3cî, av têde maye.

Herwisa Ferhad Serxoş got: “Bernedana av ji avbendan dê bibe gef li ser rewşa jiyana 15 milyon kesan”.