
Kurdistanmedia: Li bajarên mezin yên Îranê, bazirgankirina avahiyan roj lipey roj da dikeve.
Li gorî raporên malperên naxweyî, li bajarên mezin yên Îranê asta kirîn û firotina avahiyan heya %37 ji da ketiye û texmîn dikin ev rêjeya heya dawiya 1398`an zêdetir jî da bikeve.
Nûtirîn zanyariyên derheq aboriya welat yên derheq îmkanatên avahiyan nîşan didin ku, di Gulana îsal de, daxwazkariyên avakirina avahiyan yan jî sererastkirina avahiyên berê %15 ji da ketiye.
Herwisa dana îmkanatên avahîsaziyê li Adara sala 1397`an liçav sala 1398`an, û daxwazkariyên welatiyan di vê derheqê de, û herwisa daxwazkariyên kirîna avahiyan heya asteke zêde daketiye.
Di heyama du salên derbazbûyî de, nirxa alavên avahîsaziyê çend hember bilind bûne û piroseya bilindbûna nirxan heya niha jî berdewame.
Berpirsên rejîma gendel, ev heyama 40 salane ku, hemû serwet û samana welat xercê girûpên terorîstî yên wekî Husiyên Yemen, Hizbullah Lubnanê û hin grûpên tundrew li cîhanê dikin û ewlehî û aramiya cîhanê rastî tehilûkeyê tînin, yan jî bi vê serweta dewletê, bixwe li derveyî welat sermayedadinên û xweştirîn jiyanê bo malbatên xwe dabîn dikin.
Ev kiryarên rejîmê bûne sedem ku aboriya welat rastî kirîzê be û welatî betal bimînin û şiyana dabînkirina hewcehiyên rojane yên jiyana xwe jî tunebin, û herwisa nikarin kirêya avahiyan jî bidin, rewşên wiha bûne sedem ku asta kirîn û firotina avahiyan ji li Îranê heya asteke xuya dabikeve.