Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta bêkarî di parêzgeha Urmiyê de gihîştiye bi %12.1

18:34 - 14 Îlon 2020

Pêka amarên rejîma Îranê piştî belavbûna vîrûsa Korona li Îranê de, di parêzgeha Urmiyê de, pirsgirêka bêkarî ji berê zêdetir pêsîra xelkê girtiye.

Birêvebirê “te`avon, Kar û xweşbijîvî” yê parêzgeha Urmiyê bi îşarekirin bi belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de, daye zanîn ku asta bêkarî di wê parêzgehê de gihîştiye bi %12.1.

Herwisa wî berpirsê rejîmê daye xuya, ku nirxa bêkarî di nav xwendekran de %18.5 e û hejmara wan kesên ku bo bîmeya bêkariyê navê xwe nîvîsandine 25 hezar kes in.

Ew amara wî berpirsê rejîmê di demekê de ye, ku berê Cihgirê Serkomarê rejîma Îranê bas ji wê yekê kiribû, ku tevî hebûna dorpêçan û givaşên aborî, me bêkarî di parêzgeha Urmiyê de kêm kiriye û me derfeta kar bi 2 qatan zêdetir kiriye .