Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta bêkarî li parêzgeha Sinê de zêdetir dibe

12:55 - 17 Çirriya paşîn 2020

Amara bêkarî li parêzgeha Sinê, roj bi roj zêdetir dibe û êdî xelkê wê parêzgehê ti hêviyek bi sozên berpirsên rejîmê bona dabînkirina hewcehiyên jiyanê nemaye û xelk neçar in ku rû li kolberiyê bikin.

Piştî belavbûna vîrûsa Korona li Kurdistan û Îranê, hejmara bêkaran li parêzgeha Sinê zêdetir dibe û rewşa kedkaran roj bi roj xirabtir dibe.

Her çiqas ku ber ji belavbûna Koronayê jî rewşa kedkaran li Rojhilatê Kurdistanê baş nebû, lê belavbûna vîrûsa Koronayê jî bû sedem ku, kargeh di wê parêzgehê de bêne daxistin.

Parêzgeha Sinê, parêzgehekî pîşeyî nîne û kedkar neçar in li pey kar bikevin û bi neçarî kolberiyê bikin û zaf caran jî ku sînor têne daxistin, pirsgirêkên kedkar û bêkarên wê parêzgehê zêdetir dibe.

Bêkarî li parêzgeha Sinê, di demekê de ye ku pêka amarên rejîma Îranê, ew parêzgehe yek ji wan parêzgehan e ku bilintirîn nirxa hewcehiyan heye û nirxa xwarin li wê parêzgehê ji hemû parêzgehên din li Îranê bilintir e.