Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta betaliyê di Rojhilata Kurdistanê û Îranê de bilind dibe

17:21 - 14 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Di Îranê de bi sedemên wekî bilindbûna nirxan û nebûna kar, asta betaliyê heya 25.5% ji bilind bûye.

Li gorî raporên navxweyî yên rejîma Îranê ku dane xuyakirin, di Îranê de, betalî gihîştiye astekê ku metirsîdare û asta betaliyê 25.5% ji ê zêde kiriye, bi taybet ciwanên temen 15 heya 29 salî betal in.

Di Îranê de, sedema zêdebûna rêjeya betaliyê vedigere bo rewşa xirab

a aboriya Îranê û herwisa daxistina sînoran ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê.

Herwisa di Rojhilatê Kurdistanê de, betalî gihîştiye %80 ji çimkû kareke wisa nîne da ku, xelk bikarin mijûlî bin û dahata jiyana rojane ya xwe dabîn bikin.

Di Rojhilatê Kurdistanê de, pirraniya xelk li riya sînoran mijûlî kar û peydakirina pareyek nan bo malbata xwe bûn, lê, piştî ku sînor hatine daxistin, wan çavkaniyên dahatê jî jidest dan.

 Parêzgehên Rojhilata Kurdistanê, li gorî erdingariya wê gellek çavkaniyên wekî çandinî, petrol, gaz û qîra sirûştî  heye, lê ji aliyê pêşkevtina aborî û asta dahatê wekî parêzgehên herî paşketî tên hesibandin, lê rejîma Îranê bûdceyeke kêm ji wan parêzgehan re diyarî dike û herwiha pirojeyên mezin û stratijîk di wan parêgzehan de cîbicî nake ku, da ku bibe sedema kêmbûna asta betalî û zêdebûna dahata xelkê.

Xelkê Rojhilata Kurdistanê ji ber rewşa xirab ya aborî û betaliyê, bi neçarî bo dabînkirina dahata jiyana xwe, li ser sînoran karê kolberiyê dikin, ku yek ji zehmetirîn kare di cîhanê de, û gellek caran jî kolber bo paryek nan neçar dibin da ku, dehan kîlo bar bi pişta xwe bar bikin û dehan kîlometran bipêkin, her bi sedema wê karî jî, gellek caran rastî hêzên leşkerî yên rejîma Îranê dibin û canê xwe jidest didin yan jî birîndar dibin.

Xelkê Rojhilata Kurdistanê û Îranê, ji ber bilindbûna nirxên tiştan di bazaran de, û nebûna kar, şiyana dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe û malbata xwe nabin.