Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta cinayet û hovitiya rejîmê di kuştara xwenîşanderan de

12:34 - 14 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî derbasbûna çend rojan bi ser tepeserî û kuştara hovane ya xwenîşanderan ji aliyê hêzên rejîmê ve, roj bi roj zêdetir qasa mestahiya cinayet û xwinmijiya rejîmê der dikeve.

Di wê derheqê de, ji zimanê şahidan bala xwe bidine raporekê li cinayeta rejîmê li Mahşehrê.

Şahidek dibêje ku tîpeke tekaverên Spahê, bi 2 tangan û 6 zirêhpûşên neferhilgir teyar bi çekên giran û nîve giran, herwisa bi hilîkoptêran, êrîşî ser xelkê kirin ku, kê ber wan ket dane ber desrêja gullan û kuştin. Heta wan rehim bi kesên nava malan de jî nekirin.

Hêzên dijî gelî destpêkê ketine nav bajêrokê Çemran û xelk dane ber gullan. Spaha Pasdaran a terorîst bi doşkan û hilîkoptêran teqe ji xelkê dikirin.

Ew şahide ku nekariye navê xwe eşkere bike dibêje, di cihên sereke yên xwenîşandanê de, destbicî 17 kes ji wan 2 zarokên 4 û 8 salî û pîrejineke 70 salî jî hatine kuştin.

Pasdarên cinayetkar ku gelek bêrehmane xelk kuştin, xwenîşander bona parastina canê xwe je yek belavbûn, sedan ciwanên xwenîşander revîyane qiraxa bajar ku bikarin xwe weşêrin û çûne nav qamîşan, hêzên rejîmê jî, ketine pey wan û devra qamîşan girtin û wekî teyrokê gulle berdidane nav qamîşan.

Pêka zaniyariyên ku heta niha belavbûnî, pitir ji 100 ciwanên xwenîşander di nava wan qamîşane de hantie kuştin.

Hêzên rejîmê bo evê ku nehêlin kes sax bimîne heya çend rojan devra qamîşan kemîn dadinan ku her kesê derkevtiba dikuştin.

Ew şahide dibêje ku, heta niha jî hejmara serast a kuştiyan kes nizane.

Heta niha jî sedan ciwanên Mahşerê bêserşûnin, sedan kes hatine destbiserkirin ku kesê haya çarenivîsiya wan nine.

Niha piştî nêzîkî mehekê xelk rojane diçin di nav giya û qamîşan de cinazan peyda dikin.

Piraniya wan termên ku têne peydakirin nayêne naskirin, ji ber evê ku yan bi çekên giran ên wekî doşkê lêdane, yan jî dehbên wekî kûçik û pişîk û dehbên çolê, termên wan xwaribûn û bêserûber kiribûn.

Di yek du rojên piştî wê cinayetê de, hêzên rejîmê termê her kuştiyekê ku li ber çavên wan ketibin bi xwe re birine.

Ew şahide li Mahşehrê ve dibêje: “Hêzên rejîmê êrîş kirine li ser bajêrokê Recayî û bajêrokê Medeniy û dehan kes kuştin.

Spaha Pasdaran a terorîst, rûbarê xwînê di Mahşehrê de çêkir, heta êvarê bo xulekê jî dengê gulleyan qut nedibû.

Şevê hêzên Spahê serê hemû kolanan girtibûn û sedan ciwan girtine ku kes heya niha jî nizane çi bi serê wan de hatiye.

Ew şahide dibêje, asta cinayetê gelek ji vê hindê mezintire ku ez bas dikim.

Bendera Mahşehrê ku nêzîkî damezraveke mezin a petroşîmîyê ye, yek ji bajarên bêpar û belengaz a Erebên parêzgeha Xuzistanê ye.