Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta geşeya nifûsa Îranê gihîşte ji %0.6

18:33 - 6 Nîsan 2021

Sekreterê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya nifûs li Îranê, “Salih Qasimî” daye zanîn: “Di sala 1399an de qasa daketina geşeya nifûs di Îranê de,ji %0.6 e ku kêmtirîn asta geşe li dîroka Îranê ye.

Roja Sêşemî 6ê Nîsanê, Sekreterê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Nifûs li Îranê, “Salih Qasimî” di hevpeyvînek digel nûçegihaniyeke rejîmê de tevî îşarekirin bi vê yekê ku di sala 1398an de qasa geşeya nifûs di Îranê de nêzî %0.96 bû, daye zanîn: “Li sala 1399an de geşeya nifûs bi %0.6 daketiye û ew kêmtirîn geşa nifûs di dîroka tomarkirî ya Îranê de ye.

Herwisa wî berpirsê rejîmê daye zanîn: “Li sala 1399an, bo her jin di Îranê de jidayîkbûn gihîştiye 1.6, ku kêmtirîn nirxa jidayîkbûn di dîroka tomarkirî de ye.

Bervajiyê xwest û daxwaza rejîma Îranê ku take rêya rizgarbûna Îranê di jidayîkbûna zêdetir de dibînin, jidayîkbûn gihîştiye kêmtirîn asta xwe ku di dîroka Îranê de bê mînak e.

Berê Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê dabû zanîn ku hekî geşeya nifûs heta asta ji %0.5 dakeve, dê rastî dafa jidayîkbûnê bibin ku qerebûya wî îmkan tinîne.

Xelkê Îranê ti hêviyek bo paşeroja xwe tinînin ku naxwazin bi wê jiyana aloz û pir ji nearamiyên civakî, siyasî, ewlehî û xweşbijîvî, zarok hebin.