
Kurdistanmedia: Di heyama 5 salên borî de 700 hezar kesên ku di gundên Îranê de jiyan dikirin, bi sedema rewşa dijwar a jiyanê, û nebûna tu xizmetekê ber bi bajaran ve dicin.
Nûçegihaniya girêdayî komara Îslamî “IRNA” di înfugrafiyekê de derheq rewşa dijwar a gundan di Îranê de, îşare bi zêdebûna berdewam ya asta bi cih hêlana gundan ji aliyê gundiyan û çûna van ber bi bajaran ve kiriye.
Di vê înfurafiyê de hatiye ku, li sala 1357`an heya niha 19 milyon gundiyan cih û warên xwe terkandine û ber bi bajaran ve çûne, û niha zêdeyî 30 hezar gundên vala hene ku, tu kes wir jiyanê nak e.
Li gorî vê înfugrafiyê, parek ji sedemên bi cih hêlana gundiyan wiha ne, nebûna xizmetekên bo çandinî û baxdariyê¸wekî îro rojê, berdewambûna li ser şêvazên negatîv ku dahata van gellek kêmtir ji şêvaza niha ye, nebûna sermaye û kar, nebûna xizmetiyan û hewcehiyên jiyaneke guncav bo gundiyan û naskirina jiyana bajaran û zêdebûna asta çavnhêriyan.
Li gorî vê înfugrafiyê, ev rastiya derdikeve ku, ev diyarde dibe sedema kêmbûna asta berhemanînên stratîjîk yên wekî genm û dexlên din, kêmbûna xelkê çalak, çêbûna pirsgirêkan di bazina aborî a welat de.