Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta sefera xelkê Îranê bo derveyî welat daketiye

18:49 - 29 Gulan 2019

Kurdistanmedai: Asta serdanana xelkê Îranê bo welatên biyanî ev du salin ber bi daketinêye.

Li gorî raporên madyayên naxweyî yên rejîmê, meha Xakelêweyê (Adarê)  ku dema sersala nûye, welat rastî seferên bêhempa yên welatiyan bo dervey welat dihat lê, ev du salin ku bi sedema bilindbûna nirxên bilîtên balafiran, ev piroseya %24 daketiye û herwisa berprisê encûmena kompaniyên balafiran, eşkerekiriye ku, niha %50 ji firîna balafiran bo derveyî welat daketiye.

Herwisa li gorî amara ku cêhigirê Saziya geştûseyran û mîrata kultûrî a Pîşeya destî îlankiriye ku, di Adara sala 1397`an nêzîkî 874 hezar welatiyan serdana dervey welat kirine, eva di demekê de ye ku îsal 214 hezar û 319 welatiyan serdana derve kirine û ev amara nîşan dide ku heya 660 hezar kesî kêmkiriye.

Bi sedema bilindbûna nirxan û alozbûna rewaş aboriya welat, û berfirehbûna piroseya betaliya welatiyan û herwisa betalbûna karxane û navendên Pîşeyî yên welat, geştûseyran û xweşderbazkirin û jiyana rhet bo welatiyan wekî xeyalekê lê hatiye, çimkû nirx bi demjêran tên guheritin.