Kurdistanmedia: Li parêzgeha Urmiyê, asta jinên tûşbûyî bi nesaxiya “MS” ê, %2.5 ji zêdetir li mêrane.
“Someye Zar`i” berpirsa encûmena “MS”ê ya parêzgeha Urmiyê ragihand: “4 hezar û 126 kes di parêzgeha Urmiyê de, rastî wê nesaxiyê hatine û ew parêzgeha di warê wê nesaxiyê de, pileya 5.mîn a welat ji xwe re misoger kiriye”.
Navbirî got: “Asata jinên ku rastî wê nesaxiyê hatine, %2.5 ji zêdetir li mêrane û hejmara wan roj lipey roj bilind dibe.
Herwisa “Someye Zar`i” di berdewamiya axavtina xwe de got: Îro êstirês û givaşên derûnî, sedemên berfirehbûna nesaxiya “MS” ne, û herwisa navbirî bi bankişandina derheq givaşên aborî yên li dijî welat got, ku givaşên wiha bûne sedema bilindbûna nesaxiyên derûnî, û çavnêhiriya bilindbûna zêdetir ya vê nesaxiyê jî kir.
“MS” nesaxiyeke ku rewşên wekî êrîşkirina derûnî ya li ser laş heye, ku têde pêsta ku rehên xwînê vedişêre û di nav reh û mejî de û movikê pişta mirovan zirar ber dikeve, û dibe sedema têkçûna rewşa asayî û veguhastina peyamên rehên xwînê.
Bi sedema givaşên aborî, dorpêçên cîhanî yên li dijî rejîmê, betalî, hejarî û sedan arîşeyên din ên civakî û siyasî di Îranê de, rewşa nesaxiyên derûnî û nesaxiyên din, roj lipey roj ber bi bilindbûnê ye.