Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aşûra bûye xwenîşandan li dijî rejîma Îranê

12:30 - 10 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Aşûraya Husêynî îsal di Îranê de, wekî her sal nebû, û di wê merasimê de di piraniya bajarên Îranê hevwelatiyan li dijî rejîmê xwenîşandan encam dan.

Bavirmendên mezheba Şî`e ku bi hilkefta salvegera şehadeta Îmam Husên hemû salê rêûresmên taybet lidar dixin, ew rêûresîm îsal bûne derfet da ku xelk bêzariya xwe li hember rejîma dictator a Îranê bidine xûyakirin.

Tazîdarê Aşûrayê di zaf bajarên Îranê de, û bi taybetî li Kazirûnê de ku vîdiyo ya wê ji torên civakî de belavbûye, hevwelatiyan bi birêve birina rêûresma xwe ya Aşûrayê, derfet zanîn ku base zulm, zor û dîktaroriya li ser xwe jî bikin.

Tazîbarên Aşûrayê li bajarê Kazrûnê bi dijî rejîmê silogan wiha dian: Hekî 1400 salan berî niha zulm heram bûye, hekî bê dengî heram bûye, bê guman zulm û bê dengî niha jî herame.

Her çiqas rejîmê hertim xwastiye bi qazancê xwe mifahê ji hesta Olî ya xelkê wergire, lê di wira de xûya dibe ku, êdî rûyê rastîne ya wê rejîmê bo hemû kesê derkevtiye, û bavermendên Olî jî dijî zulm û dîktatoriya wê rejîmê ne.