Pirsgirêka avê li Dizeya Mirgewer, qutbûna berqa bajarê Selmasê, pirsgirêka berq li parêzgeha Sinê, bi sedema guhnedana berpirsan û giringîpênedan a birêveberên wan devaeran bûne sedema çêbûna pirsgirêkên micid.
Bajarokê “Dize” ya “Mirgewer” çend roje ku pirsgirêka avê heye û xelk bo xwe bi tankeran avê dabîn dike lê perpirsên rejîmê heta niha ti karek bona çareserkirina pirsgirêka bê Aviyê di wê bajarokê de nekirine; Herwisa qutbûna berqa bajarê Selmasê û pirsgirêka dabeşkirina berqê li parêzgeha Sinê,bûye pirsgirêkeke micid û xelk rastî xisaran hatiye û berpirsên rejîmê ti karek bona çareserkirina wê pirsgirêkê nekirine.
Li ser wê mijarê, birêveberê dabeşkirina berqê li bajarê Selmasê, “Riza Hemzepûr” ragihandiye ku bi sedema zêdebûna bikarhatinê û herwisa kêmbûna berhemanîna berqê, li çend deveran berq qut bûye, Lê berqa seranserî Rêya Urmiye-Selmasê di dirêjahiya rojê de jî berdewam heye û lampên seranserê wê rêyê diteyîsin.