Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Av û çavkaniyên avê yên Kurdistana Îranê

14:04 - 11 Tebax 2014

H: Kurdistan

Av yek ji wan hokarên herî giring e ku jiyanê dibexşe, jîngehê, û xwezayê ciwan dike, û derfet ji bo jiyana mirov û jîndarên curbicur pêk aniye. Her ji demên kevn ve gotine ku “Av û Avedanî”. Di welatên pîşeyî û pêşkevtî de, ji avên behrê û golmekan, ji bo hênikkirina keresteyên pîşeyî mifahê werdigrin, û avên şîrîn diparêzin.

Berevajî di welatên weke Îranê de, ji avên şîrîn gellek caran bo keresteyên pîşeyî mifahê werdigrin, û gellek giringiyê didin parastina avên şîrîn. Derheq giringiya çavkaniyên avê yên Kurdistanê, û parastina jîngeha Kurdistanê û herwisa veguhastina ava Kurdistanê ji aliyê rejîma Komara Îslamiya Îranê ve bo cihên din ên Îranê, me gotûbêjek di gel birêz Çeko Rehîmî endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ pêk aniye.

Pirs: Rêzdar kekê Çeko Rehîmî, kerema xwe di destpêkê de hinek bas ji av û çavkaniyên av û rûbaran li Kurdistana Îranê ji bo xwînerên Kurdistanê bikin?

Bersiv: Kurdistan welatê Kurdan herêmeke stratejî ye ku di nav dilê erdnîgariya Rojhilata Navîn de cih digre, û ji herêmên giring yên welatên Tirkiye, Îran û Îraq û Sûriyê pêk hatiye. Herêmeke çiyayî ye ku di warê topogirafî ve, roleke bi bandor li ser rêjeya barîna befr û baranê, û hebûna çavkaniyên avên jêr erd û avên li seredê de heye. Zincîre çiyayê Zagros û Agirî ku ji zincîre çiyayên Kurdistanê ne, ji sedemên diyar ên barîna befr û baranê li kurdistanê têne hesibandin.

Barîna befrê li ser bilindahiyan, çavkaniya sereke ya ava rûbarên mezin ên Kurdistanê pêk tînin. Barîna baranê li cihên deşt û daristanan de, dibin sedema çavkaniyên ava jêr erdê, ku dîmenek ciwan û kesek û pirr av bexşiye Kurdistanê. Kurdistan bi sedema zincîre çiyayê Zagros yek ji herêmên herî dewlemend ên pirr av ên Îranê ye, û ava rûbar û çemên rewan, golên Zirêbara Merîwan û Urmiye, û bendav û avêv jêr erdê yên Kurdistanê dabîn dike. Çavkaniyên sereke ên ava Kurdistanê ji barîna befra Zivistanê li ser bilindahiyan dabîn dibe. Ku ew yek jî, çendîn zê û arûbarên pirr av ên hertimî û dehan rûbarên biçûk ên demsalî jê çê dibin, û di nav gund û bajarên Kurdistanê re derbaz dibin û dibin sedema keskatî, û hebûna bax û berhemên çandiniyê, û dabînbûna ava xelkê kurdistanê. Mirov dikare riya avên rûbarên Kurdistana Îranê bi vî awayî dabeş bike.

1-Çavkaniya avên bakûra Rojava (Bakûra gola Urmiyê) ku pêk tên ji rûbarê Eres (Tirkiye û sînorê welatê Azerbaycan û pildeşt)Rûabrê Kotolê ( bilindihiyên geliyê kotol û Elendê), Axçay (Çaldiran), evane her hemî dirêjne nav behra Xezerê de. Avaçîq çay (çiyayên Avaçîq, bakûra Rojavaya Makûyê) û Sarî Sû ku ji Çaldiranê diçe bo Kurdistana Tirkiyê.

2-Çavkaniyên avê ku dirêjne gola Urmiyê pêk tên ji: Zola Çay (Selmas), Çemê Nazlûyê (Tirkiye û Biradost), Şeher Çay (Cêrmê), rûbarê Gader, (Şino), rûbarê Candaran (Mehyabad), rûbarê Zerînerûd yan Cexetû (Çilçeme û hermê dol a Seqizê, Sêveçî ya bajrê Bane, û çiyayê Beranan), rûbarê Tetehû yan Sîmînerûd (Birayim hesarî Bokan), rûbarê Saroq (Mayin bilxa Hewşarê) rûbarê Ecîrlû.

3-Zêyê Biçûk yan Kelwê ( ku ji Siya kêw, Maşkan û Lawên) çavkanî digre û piştî derbazbûna ji herêma Serdeştê ji sînorê Serdeşt û Qeladizê diçe Kurdistana Başûr, û ji wir ve jî dirêje nav Dîcleyê.

4-Çavkaniyên avê yên ku dirêne Kurdistana Başûr, û ji wir ve jî diçin bo Kendawê (hemû çavkaniyên avê yên parêzgeha Kurdistanê, Kirmaşan û Îlam) beşeke zad ji Kurdistana Îranê û paşmaweya wê ji parêzgehên Hemedan û Luristan ve çavkanî digrin, û piştî derbazbûna ji rûbereke berfireh ya Kurdistanê re, beşek dirêjne nav behra Xezer de, û para zêdetir dirêjne nav kurdistana Başûr û dawiya wê jî dirêje nav Kendawê de, ku pêk tên ji: Rûbarê Qişlaq (Hezar Kaniyan û Çilçeme), rûbarê Merîwan û çavkaniyn Zirêbar ( Çilçeme û çiyayê Şaho), zêyê Sîrwan, (Qişlaq, çiyayê Şaho, ava Merîwan) rûbarên Zimkan û Zirişk (Gehware û taze ava), zêyê Seymere (Rewanser, Ciwanro, Mahîdeşt, Kozeran, Kengawer, Sehne, Nehawenda Mehabadê). Rûbarê Elwend) Kirind, Serpêla Zehaw, Qesrê Şîrîn, Geylan Xerb), Rûbarê Çenole (Melekşahî, Çenole, Salih ava, Îlam), Rûbarê Zerne (Eywan, Zerne, Serteng, Loristan ku dirêjne Kurdistana Başûr de. Rûbarê Tilwar (bilindahiyên Sine, Rûbarê Qizil Ozen, Mayin Bilax û Dîwandere çavkanî digrin, û dirêjne behra Xezer de.

Pirs: Hişikbûna gola Urmiyê û kêmbûna ava Zirêbar, çi pêwendiyeke di gel sazkirina bendavan li Kurdistanê de heye?

Bersiv: Kurdistana Îranê bi sedema pirr aviyê ve, her di demên kevn de, hewcehî bi bendawê tunebûye, û tu şûnwarek ji bendavan nahê dîtin, lê berevajî li herêmên din ên Îranê de, ku bi dirêjahiya dîroka çend sedsaalên borî tûşî kêm aviyê bûn, lewra şûnwarên bendavên kevn tên dîtin.

Herwisa bi sedema hebûna hikûmetên berdewam ên Îranê ku bawerî bi deshilata komkirî di nawendê de hebûne, û hemû herêmên biryader ên aborî, û bazerganî û pîşeyî li nawendê kom kiriye, hebûna nifûseke zaf di van herêman de, pêwîstiya wê bi aveke zaf heye, û her lewra jî ji sala 1328’an (1950) şûnda, bendav li ser rûbarên Kurdistanê çê kirine. Bi armanca enbarkirina elektirîkê mifah jê wergirtine.

Heya berî şoreşa gelên Îranê 1979’an, pazdeh bendav û sala 1385 (2008) nêzîk bi 150 bendav di Îranê de çê kirine, ku 25 bendav li Kurdistanê ne. Li gorî gelaleyeke pêşniyarî ya wezareta Wizeyê (Enirjiyê, Têhnê), ku ji bo lêdana 588 bendavan daye dewletê, piştî pesendkirina vê gelaleyê di meclisa Îranê de, û bi pesendgihîştina wê ji aliyê Şêvra Nobedar û weliyê Feqîh ve, bi Spaha Pasdaran û “cehada sazendigî” ya ser bi biryargeha Xatem El-enbiya hate spartin, da ku van pirojeyan cîbicî bike. Li Kurdistana Îranê ji bilî van 25 bendavan, mijûl in ku 15 bendavên din saz dikin, û 68 bendavên din jî mijûlî karkirina li ser in. Bi vê wateyê ku di herêma Kurdistanê de 108 bendav hebin.
Xwezayî ye ku di heû welatên din û bi taybet welatên pêşkevtî û pîşeyî de bendav hatibin sazkirin, lê armanc ji hev cuda ne.

Ew bi armanca parastina avên şîrîn û ciwankirin jîngehê, û dabînkirina avê bo çandiniyê û bo ajeldariyê û avên paqij bo xelkê herêmê bendav saz kirine, lê Komara Îslamiya Îranê bi armanca veguhastina avên Kurdistanê bo nawenda Îranê û nawendên pîşeyî ji aliyekî, û ji aliyekî din ve li jêr avê xistina şûnwarên kevn ên dîroka Kurdistanê, û herwisa valakirina bajarok û gundên Kurdistanê, û ewlehîkirina rewşa herêmên Kurdistanî ew siyaset meşandiye.

Komara Îslamiya Îranê her bi vê hindê razî nine, û bi dehan şirket û binyat li jêr navên (endazyariya Tonel, û valahiyên jêr erdê), li bajarên nawendî yên Îranê ava kirine, û kar dikin li ser lêdana dehan cur dirustkiriyên jêr erd, weke binkeyên Wize (enrjiyê), tonelên hatûçûyîna trombêlan û şemendeferan, tonelên veguhastina avê, tonelên nav bajaran, tonelaên bin çiyayan, bo veguhastina ava jêr zewî û bendavan, tonela enbarkirina mewadên Hîdrokerbon, tonelên leşkerî bo enbarkirina teqemenî û mewadên jehrawî, tonela kaniyaw û kanzayan, û veşartina kirsên etomî), ku di çend salên borî de mixabin hemû curek ji wan tonelan ava kirine û dest bi kar bûne.

Her weke hate baskirin, Kurdistan di ava rûbaran de dewlemend e, û heya niha kêmtir hest bi hebûna avê hatiye kirin, lê di çend salên dahatî de, bandora talankirina ava Kurdistanê, wê hest pê bê kirin, û wê demê jî êdî dereng e.

Pirs: Veguhastina ava Kurdistanê çi bandorekê li ser jîngeha Kurdistanê dibe, û erka li ser milê rêkxirawên siyasî û jîngehparêziyê di Kurdistan de çiye?

Bersiv: Yek ji bandorênherî berçav ên veguhastina ava Kurdistanê, kêmbûna ava gola Urmiyê û hişikbûna wê, û herwisa kêmkirina ava gola Zirêbar a Merîwanê, û bendavên Mehabad, Bokan, û Qişlaqa Sine ye, ku bo zêdetir kêmavkirina wan dîwarên bendavan bilindtir kirine, da ku avê bi fişareke baştir ve bidizin.

Li gorî lêkolîneke Saziya Avê ya Cîhanî, heya 10 salên din, nîva welatê Îranê tûşî hişikbûneke tewaw dibe, her bi vê armancê ye ku her ji niha ve bernameya bendava herêmên pirr av ên Kurdistanê, bo borî, û tonel, û ji rê derxistina rûbaran ber bi nawenda Îranê ve dest pê kirine. Li beşek ji herêmên Kurdistanê, kanyaw û Rûbar hişik bûne, û kêm avî li zozanan tê dîtin. Rejîm vê yekê vedigerîne ser kêmiya barîna baranê, lewra erka rêkxirawên medenî û jîngehparêz û hizb û rêkxirawên Kurdî ên Îranê ye, ku xelkê ji vê pîlana Komara Îslamî, û zirarên kêm aviyê bo nivşa nû, û dahatî ya Kurdistanê agehdar bikin, û wan siyasetên rejîmê bê bandor bikin.