Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava bajarê “Hesekê” ji aliyê Tirkiyê ve hate qutkirin

11:27 - 18 Kanûna Paşîn 2021

Hêzên Tirkiyê ava bajarê “Hesekê” li Rojavaya Kurdistanê qut kirin

Pêka nûçeyên ku mediyayên fermî yên Sûriyê belav kirine, Şeva Yekşemî hêzên Tirkiyê ava bajarê “Hesekê”  û derdûrên wê qut kirin, Tirkiye dixwaze bi wan karên xwe giwaşê bixene ser xelkê wê deverê û wan azar bide heta ku  gund û malên xwe bi cih bêlin û ew bikarin dest bi ser wan deveran de bigire.

Di çend mehên derbasdûyî de xelkê Parêzgeha Hesekê li derheq dagîrkariyên Tirkiyê nerazîtiya xwe nîşan dabûn lê Tirkiyê bi hemû awayekî giwaşê dixe ser wan û cehdê dike ku armancên xwe bişopîne.