Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava çavkaniyên ava parêzgeha Kirmaşanê %70 kêm bûye

13:41 - 24 Tebax 2021

Tevî hişkesalî û daketina tewjima ava piraniya deverên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xelkê parêzgeha Kirmaşanê tevî germahiya bê mînak û di rewşa dijwara Koronayê de, bi berdewamî rastî qutbûna ava vexwarinê tên.

Berê bo çareserkirina pirsgirêka kêmaviyê, ava avbenda “Gawşan”ê bo wê parêzgehê veguhatine, lê ne bi tenê pirsgirêk çarewser nebgûye belkî bûye sedema qutbûna %50 a ava bajarê Kirmaşanê.

Pêka gotina Birêveberê ava devera Kirmaşanê, “Mihemdedriza Şehlayî” bikaranîna serane ya avê di Kirmaşanê de pêka nêvinciya bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir e.

Herwisa navbirî gotiye: “Ava vexwarinê ya bajarê Kirmaşanê ji 150 heta 160 bîrên avê yên li nav bajar, kaniya Taqêwesan, kaniya Qenber û karêza Rozanê û herî kêm metreke 3cî di çirkeyê de ji avbenda Gawşanê, tê danînkirin.