Çemê “Zengemar” ku çavkaniya dabînkirina ava beşek zêde ji gundên derdora bajarê “Makû”yê ye, bûye cihê paşmaveyên avên gemar û herwisa bûye gefek micid li ser tendrustiya xelkê wir.
Ava çemê “Zengemar” li bajarê “Makû” ya girêdayî parêzgeha “Urmiyê” ku yek ji çavkaniyên dabînkirina ava 40 gundên derdora bajêr e, bûye cihê kombûna paşmaveyên avên gemar yên bajêr û herwisa ev yek bûye gefek micid li ser tenduristiya xelkê wan gundan.
Ew zêdeyî 30 salane ku, biriyar hatiye dan di pirojeyekê de paşmaveyên avên bajarê “Makû”yê bên cuda kirin da kû, tevlî ava çemê “Zengemar” nebin, lê heta niha tenê ji sedî 35 a wê pirojeyê hatiye cîbicîkirin û ji sala 1394`an ve ew piroje hatiye sekinandin û niha 24 averoyên paşmaveyên avên bajêr, û 1000 averoyên paşmaveyên avên malan yên bajarê “Makû”yê tevlî ava çemê “Zengemar” dibin û ew av gemar kiriye.
Çavkaniya ava çemê “Zengemar” çiya û bilindahiyên bajarên weke “Makû, û Çaldiran”ê ye, û li nav bajarê “Makû”yê de derbas dide û tevlî çemê “Eres”ê dibe, ev çem çavkaniyek kêrhatiye bona dabîn kirina ava vexwarina bajarê “Makû” û herêmên derdora wê, lê mixabin bi sedema gendelî û guhnedana rejîma Îranê bi çavkanî û samanên giştî û sirûştî niha bûye cihê kombûna avên gemar.