Li 12 xalên bajrê Ehwazê, ava pîs û averoyan têkel bi ava vexwarina xelkê, gund û deverên girêdayê wî bajarî dibe û rejîma Îranê heta niha ti karek bona çareserkirina wê gefa çend sale ya li ser canê xelkê nekiriye.
Li gundê Qeceriye li devera Îsmaîlîye li başûrê bajarê Ehwazê, 3 zarok bi sedema tûşbûn bi nexweşiya bi tehlûke ya “Hêpatît” a cora “A” bûne û pêka amarên rejîmê, 50 heta %60 a ava gundan li devera Ehwazê gemar e, û pêka gotina berpirsên rejîmê û zaniyariyên zanistî jî, tûşbûna berfireh ya xelkê wan deveran bi nexweşiya bi tehlûke ya “Hêpatît” a cora “A” bi sedema vexwarina wê ava gemar e.
Li wê derheqê, berpirsê Şêwraya Tenduristiya Ehwazê, “Mêhran Ehmedî Belûtekî” daye zanîn ku: “Çendîn emrazên veguhastin û dabînkirina ava vexwarin ên bajarê Ehwazê gemar in û 3 nîşandekê kêmbûna qasa Kulor, tarîtiya avê û levitînên mîkrobî hene.
Palavtingeha “Cehad” a li Ehwazê ku ava vexwarina zêdetir ji 50 gundan dabîn dike, 25 sal e ku hewcehî bi nûjenkirinê heye.
Emrazên veguhastina ava vexwarin û avoroyên 40 heta 50 sal berî niha ne û rizî ne, û di 12 xalan de ava pîs û averoyan têkel bi ava vexwarinê dibe û çendîn sal e ev pirsgirê heye û rejîmê heta niha ti bernameyek bona çareserkirina wê pirsgirêkê tinîne.