Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava gola Urmiyê daketiye

17:25 - 14 Çirriya pêşîn 2020

Qasa ava gola Urmiyê pêka sala derbasbûyî kêmbûye û kêmbûna qasa barîna baran û siyasetên şaş yên rejîmê bûne sedem ku ava wê golê dakeve.

Roja Sêşemî, 13ê Çirriya Pêşîn, nûnerê Parêzgehî yê “Sitad a Zindîkirina Gola Urmiyê”, “Ferhad Serxoş” ragihand: “Qasa ava gola Urmiyê niha 3 milyard û 13 milyon metrên 3cî ye ku pêka sala derbasbûyî, 16 milyon metrên 3cî kêmtir bûye.

Wî berpirsê rejîmê ragihand ku asta teraza îsal ya gola Urmiyê, 1271.19 e, lê di sala derbasbûyî de, asta ava gola Urmiyê 1271.25 bû.

Herwisa “Ferhad Serxoş” gotiye: “Panatiya gola Urmiyê niha 2 hezar û 741 kîlometrên 2cî ye ku pêka sala derbasbûyî ku 2 hezar û 794 kîlometrên 2cî bûye, bi qasî 53 kîlomterên 2cî ji panatiya wê golê kêm bûye.

Avakirina pira “Kelanterî” li nav gola Urmiyê ku bê hebûna ti zanisteke jîngehî û endazyariyê hatibû kirin û lêdana bê bereverd ya bîrên avê li derdora gola Urmiyê û lêdana avbendan li ser çemên devera gola Urmiyê, bûne sedem ku ava gola Urmiyê roj bi roj û bi awayekî lezgîn dakeve û hekî gola Urmiyê hişik bibe, dê karesateke mirovî û jîngehî, piraniya parêzgehên rojava û bakûrê rojavayê Îranê bigire ber xwe.