
Xelkê gundê “Xirebe Sincî” yê ser bi devera Nazî ya girêdayê bajarê Urmiyê bi sedema nebûna ava hewce bo vexwarinê nerazî ne û rastî pirsgirêkan hatine.
Li gor nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, zêdetir ji 2 meh in ku gundê “Xirabe Sincî” bê av e û xelk naçar mane bi tankeran li derdora wî gundî ava vexwarinê dabîn bikin û rewşa jiyana wan gelek dijwar bûye.
Bi sedema nebûna ava vexwarinê û herwisa bo karûbarên malê, xelkê gundê “Xirabe Sincî” li devera Naziyê rastî pirsgirêkan hatine û tevî daxwaziyên xelkê wî gundî ji berpirsan, heta niha ti berpirsekî bersivek bi wan re nedaye.