
Çend sal e ku Ava vexwarina xelkê Sinê pîse û berpirsan heta niha ti karek bona çareserkirina wê pirsgirêkê nekirine û niha ev Ava pîse û kêrî vexwarinê nayê û bûye gef li ser tendirustiya xelkê wî bajarî.
Xelkê bajarê Sinê bi sedema pîsbûna Ava vexwarinê, neçarin ji kaniyên derdora bajar Ava vexwarinê dabîn bikin an jî Ava paqij li Dukanan bikirin û piştî çend salan hêj rejîma Îranê ti bernameyek bona paqijkirin û palavtina serast a Ava vexwarina bajarê Sinê tinîne.
Tevlîbûna Avên pîs yên derdora bendava “Wehdet”bi Ava wê benavê ku Ava bajarê Sinê jê tête dabînkirin, yek ji sedemên pîsbûna Ava vexwarin a xelkê wî bajarî ye.
Xelkê Sinê neçar in bona anîna Avê ji kaniyên derdora bajar bi çend demjimêran li dorê de rawestin ku yekek din ji sedemên belavbûna vîrûsa Koronayê ye û herwisa bi sedema palavtînebûna Avên kaniyan,renge nesaxiya gurçikan jî bo xelkê bi du xwe de hebe.
Xelkê bajarê Sinê ji wê rewşê nerazî ne û nikarin Ava vexwarinê bikirin .