Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava paşmayiya petrokîmiya Îlamê rasterast tevî ava çemê bajarê Çiwarê dibe

13:02 - 30 Nîsan 2022

Avên paşmayî yên petrokîmiya Îlamê bê ti palavtinekê bi awayek rasterast tevî ava çemê bajarê Çiwarê dibe û av û sirûşta deverê levitandiye ku gefek micid li ser jîngeh û tendirustiya mirovan e.

Krîza tevlîbûna avên paşmayiyên petrokîmiya Îlamê pirsgirêkek çendîn sale ye û roja derbasbûyî jî, bi sedema barîna baranê ev avên gemar û nepalavtî rasterast tevlî ava çemê Çiwarê bûne ku sirûşt û ava deverê carek din levitandiye û berpirsên petrokîmiya Îlamê jî, ti pêngavek bo çareserkirina wê pirsgirêkê neavêtine.

Di vê derheqê de binav berpirsê Parastine Jîngeha Îlamê “Xulamriza Ebdalî” tevî îtirafkirin bi levitîna ava çemê Çiwarê gotiye: “Çendîn caran ava paşmayiya petrokîmiya Îlamê tevlî ava çemê Çiwarê bûye û ew av nepalavtî bûe û li deverên ku avrêja wan bo çemê Çiwarê tên gefek micid çê kiriye.

Avên paşmayiyên nepalavtî ku çendîn madeyên jehrî, kîmiyayî û têkderê jîngehê li xwe digrin, di dema tevlîbûn bi avên ser erdê û bi taybet avên çeman de, jêngehê jehr dike û dibe sedema jinavçûna ajelan û nexweşkevtina xelkê bi nexweşên dijwar û bê çareser.