Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava pişt bendavên avrêja gola Urmiyê daketiye

12:49 - 29 Çirriya paşîn 2020

Pêka amarên rejîma Îranê ava paşket ya li pişt bendavên ku ava wan bo gola Urmiyê diherike bi qasekî berçav daketiye.

Roja Şemî 28ê Çirriya Paşîn, Birêveberê Kompaniya “Ava Devera Parêzgeha Urmiyê”, “Etabek Ceiferîlur” ragihand: “Paşketa avên bendavên avrêja gola Urmiyê ku “Bokan, Mihabad, Hesenlû, Şeherçay (Bend), Dêrîk û Sole” li xwe digre, niha bi qasî 454 milyon metra 3cî av heye, lê pêka sala derbasbûyî ku qasa wê avê 620 milyon metra 3cî bû, bi qasî %27 daketiye.

Herwisa navbirî daye zanîn ku ava herikî ya çeman bo bendavên devera avrêja gola Urmiyê li îsal 920.1 milyon metra 3cî bûye ku di sala derbasbûyî de ev av 1 milyard û 152 milyon metra 3cî bû.

Wî berpirsê rejîma Îranê got: “Bendava “Bokan”ê bi qasî 184 milyon metra 3cî av heye ku di sala derbasbûyê de bi qasî 258 milyon metra 3cî av hebû, bendava “Çaypare” bi 159 milyon metra 3cî û herwisa bendava “Şeherçay” (Bend)ê bi 102 milyon metra 3cî, bendavên herî pir av yên avrêja gola Urmiyê di wan 8 mehên derbasbûyê de ne”.