Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava taxên Kurdakincî ên Urmiyê qut bûn

15:39 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di dirêjahiya gendelî û xemsariya navendên ser bi rejîm, îdareya av û averoya Urmiyê, ava wexwarina hejmarek ji taxên Kurdakincî yên bajarê Urmiyê qut kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di pênç rojên derbasbûyî de ava wexwarinê ya taxên ser bi Kuştargah û şehreka Îslamabadê di Urmiyê de ku ji deverên sereke yên Kurdakincî yên vî bajarî tê hejmarkirin, ji aliyê îdareya averoyê ve hatiye qutkirin.

Li gor raporta han, hevwelatî ji riya tankêran ava hewce bo xwe dabîn dikin ku îdareya ava Urmiyê jî tu hewlek ji bo çareseriya ew arîşeiya ku hemwelatiyan hene, nadin.

Qutbûna av deverên Kurdakincî di meha Remezanê de pitir ji caran narizayetî dûr de hebûye.

Kêmiya av tirsa hemwelatiyan bo tûşbûna hejmarek nexweşiyên curbacur ku bi sedema ava pîs tête gorê, zêde kiriye.

Çolkirina zorî a gundên Urmiyê, hiloşîna avahiyên hemwelatiyên Kurd, gelaleya hilgirtina navên Kurdî li ser tabloyan, givaşên zêde bo ser hemwelatiyan, teqeyên raste rast ji kolberên Kurd di deverên sînorî de, pişkek ji hewlên rejîma Îslamiya Îranê li dijî Kurd di parêzgeha Urmiyê de ye.