
Li bajarê Bokanê ava vexwarinê bi qasekî zêde pîse, bo vexwarinê nabe û xelkê wî bajarî ava medenî dikirin.
Rûnişîtiyên taxên “Ferhengiyan, Mîrava, koyê Mihemedî, Kultepe û Sahilî” ragehandine ku ava vexwarina wan taxan hinde pîse ku bo vexwarinê nabe.
Welatiyên wî bajarî lipêyketine ku pirsgirêka avê çareser bikin, lê ti bersivek ji aliyê îdareyên peywendîdar ve negirtine.
Heyamê 30 rojane ku ava vexwarina wan pîse û heya niha ev pirskirêka nehatiye çareser kirin.
Di piraniya bajarên Kurdistanê ava vexwarina xelkî pîse û ti çareserî jêre nehatiye kirin.