Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava “Zirêbar” a bajarê Merîwanê gemar dibe

19:29 - 22 Hezîran 2022

Ew heyama çend salan e ku averoya gemara çend gundên derdorê Zirêbarê bo nav wê golê diherike û ev bûye gefek li ser jîngeh û êkosîstema gola Zirêbarê.

Tevî gemarbûna ava beşek ji golê, xelk bona ava vexwarin û hewcehiyên din mifah jê verdigrin.

Welatî behsa vê yekê dikin ku, averoya gundê “Kolan” û çend gundên din bo nav wê kanala avê diherike ku di nav bajêr de derbas dibe û xelk jî bo ava vexwarin û hewcehiyên din mifahê jê verdigirin.

Herwisa hin ji welatî behsa vê yekê dikin ku, bi mezaxteke gelek kêm dikarin wê pirsgirêkê çareser bikin û bona tevlîbûna averoya wan çend gundan bo kanala averoya bajêr tenê 80 metir borî hewceye lê, ew heyama çar salan e ku aliyên peywendîdar nekarîne wê pirsgirêkê çareser bikin.

Her di vê derheqê de, Welatiyan nerazîbûna xwe nîşan dane û gotine ew gemar û averoya gefe li ser jiyana zarok û tev welatiyan, û ev yek di demekê de ye ku aliyên peywendîdar îdi`a dikin ku li derheq wê avê de lêkolîn encam dane û ji aliyê tendirustiyê ve ti pirsgirêkek tune ye.