
Avakerê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye “Derwêşê Sedo” bi sedema pêketin bi nexweşiya Koronayê di nexweşxaneyeke Êlihê de çû ser dilovaniya Xwedê.
“Derwêşê Sedo” ku yek ji damezrînerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû di rêketa 12ê Îlonê li Bakurê Kurdistanê de bi nexweşiya Koronayê ketibû.
Piştî dermankirina 8 rojan “Derwêşê Sedo” bi ser xwe ve hatibû û ew şandibûn mala wî. Lê 3 roj piştî başbûna wî, navbirî dîsan ji nişkê ve rewşa wî giran bibû û careke din ew bo nexweşxaneya taybet a bajarê Êlihê hatibû veguhastin û navbirî piştî dermankirina 6 rojan li nexweşxaneyê de, roja Înê 2ê Çirriya pêşîn a 2020an koça dawî kir.
Derwêşê Sedo di sala 1934an de li navçeya Misircê (Gurdilan) a ser bi ser bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê.
Xwedêjêrazî di ciwaniya xwe de bi hin hevalên xwe re Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarên Bakurê Kurdistanê ava kir. Ji sala 1975an ve di nava PDKê de kar dike. Wî gelek caran PDKiyên ku dihatin nefîkirin di mala xwe de xwedî dikir û alîkariya wan dikir û pişetvaniay wan dikir.