
Rejîma Îranê bo dawîanîn bi projeya xwendingehekê li gundê “Diza Dolê” li devera “Dolê” girêdayî bajarê Urmiyê, 3 sal e ku xwe diparêze û heta niha jî projeya avedankirina wê xwendingehê bi nîveyekarî maye.
Projeya avakirina xwendingehek li gundê “Diza Dolê” li devera Dolê girêdayî bajarê Urmiyê 3 sal e ku bi dawî nehatiye û rejîma Îranê tevî xweparastin ji bidawîhênan a avakirina vê xwendingehê, ti pêngaveki bo dawîhanîn bi projeya avakirina vê xwendingehê hilnegirtine.
Dawînehatin bi projeya 3 saleya wê xwendingehê di halekê de ye, projeya avakirina xwendingehan li gundên ku Tirk û Fars têde akincîne bi 8 mehan bi dawî hatine.
Cudatîdanîn ku yek ji pîlanên rejîmê bo zêdekirin û kûrtirkirina dijyayetiyan û afirandina fitneyan li navbera xelkê ye, li seranserê Îranê li dijî kêmîneyên netewî û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê tê cîbicîkirin.