
Kurdistanmedia: Bi sedema herifîna Averoyên gemar yên kolana Umîd a girêdayî bajarê Pîranşarê û guhnedna berpirsên navendên alîkarîkirinê, û nerazîbûnên xelkê li pey xwe hebûne.
Bi sebeba herifîna Averoyên gemar ê kolana Umîd a girêdayî bajarê Pîranşarê û guhnedana berpirsên navendên alîkarîkirin ên wî bajarî, Averoyên gemar yên kolana Umîd hemû herifîne.
Herwisa bi sedema herifîna Averoyên gemar û bêhna pîs û anîna nexweşî, gef li jiyana xelkên wî kolana dixwe û jiyana wan tal kiriye û berpirsên navendên alîkarîkirinê jî tu hewlekî bo çareseriya wan Averoyan nadin.
Herwisa xelkên wî kolana, bi wê sebebê, nerazîbûnên xwe ji şaredariya bajarê Pîranşarê re nîşan dane, lê şaredarî û navendên alîkarîkirinê jî guh bi nerazîbûnên xelkê nadin.
Kolana “Umîd” nêzî 120 malî heşîmet heye, û piraniya wan kedkarin û bi sedema tunebûna kar, şiyana çêkirina wan Averoyên gemar nînin, tevî vê ku berî jî her ew Averoyene bi komkirina perê xelkê wî kolana hatibûe çêkirin.
Berpirsên rejîmê û navendên alîkarîkirinê, tevî wê ku di fikra saxlemiya hevwelatiyan de bin, lê berevajiya wî, bi berdewamî jingeha welat dişewitîn in û xelkên bê soç tepese dikin û tu guh bi avakirina kolananên nav bajar nadin.