Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Avî Dichter: “Arteşa Îsraîl dibe bona operasiyona leşkerî bi dijî Îranê amade be”

12:04 - 5 Şibat 2021

Serokê Komîteya Pêywendiyên Derve û Berevaniya Parlemana Îsraîlê, “Avî Dichter”, ragihand: “Rewşa lihevkirina Amerîka digel Îranê berdewam e, Arteşa Îsraîlê dibe bona operasiyona leşkerî amade be.

Roja Pêncşemî 4ê Şibatê, Serokê Komîteya Pêywendiyên Derve û Berevaniya Parlemana Îsraîlê, “Avî Dichter”, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Îsraîlî ya bi navê “Israel Hayom”ê got: “Bersivnedana Amerîka li heyamê Serkomariya “Donald Trump” bi êrîşa li ser binkeyên Neftî yên “Erebistan”ê li sala 2019an, Îran gihandiye wê qenaetê ku desdirêjiyên zêdetir  bo ser berjewendiyên welatan, ti bertek û xisarek bo Îranê tinîne” lewma ew bê helwêstiya Îranê li ser kiryarên têkderane rijdtir dike.

Herwisa navbirî ragihand: “Lihevkirina Amerîka digel Îranê, bûye sedem ku Îran cihgîrkirina milîsên xwe li deverê, çêkirina mûşekên dûrhavêj û meyandina Oraniyomê lezgîntir bike.

Herwisa wî berpirsê Îsraîlî tekezî kir ku: “Îran li ser wê baverê ye ku di heyamê Serkomariya “Joe Biden”de, dikare serkevtinên zêdetir bi dest xwe ve bîne,  lewma Arteşa Îsraîlê dibe bona operasiyonên leşkerî dijî Îranê, xwe amade bike.