Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Avigdor Lieberman: “dema rûberûbûn digel Îranê nêz bûye”

11:01 - 22 Çirriya pêşîn 2021

Wezîrê Darayiya Îsraîl “Avigdor Lieberman” ragihandiye ku ti pêngaveke siyasî an lihevhatinek nikare rêgirî ji bernameya navkiya Îranê bike”.

Wezîrê Darayiya Îsraîl “Avigdor Lieberman” ragihand: “ Bo rawestan li dijî Îranê bi tenê pirs dem e û ew dem gelek dirêj nabe û dema wê dê bê, ti pêngaveke siyasî an lihevhatinek nikare rêgirî ji bernameya navkiya Îranê bike û Îranê “Koreya Bakûr” wekî mînak bo xwe daniye û tevî wan hemû pêngavên dîplomatîk ku hatine hilgirtinê, em dibînin ku bernameya navkiya wan (Îran û Koreya Bakûr) geşeyeke gelek zêde kirine”.

Heta niha danûstandinên Viyenê bê encam mane û Îsraîl di wê derheqê de ti rîskekê nake û bo rêgirî ji beranmeya navkiya Îranê milyardek û 500 milyon Dolar terxan kiriye û Hêza Esmaniya Îsraîlê bo lêdana binkeyên navkiye Îranê heyemeke ku ceribandinan dikin û ragihandine ku dikarin li her cihekê li Îranê wan navendan bikne armac xwe û ji nav bibin.

Rejîma Îranê hemû hewla xwe bo berhemanîna çeka navkî daye û tim hewl daye ku bi dirêjkirina dema danûstandinan, dema hewce bo berhemanîna çeka navkî û herwisa geşedan bi berbnameya mûşekiya xwe bi dest bixe.