Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Avigdor Lieberman”: Hêvî dikim ku di Îranê de mirovên biaqil bibin desthilatdar

01:17 - 7 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Nigeraniya berpisên  payebilind yên Îsra`îlê, derheq hebûna hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di Sûriyê de zêde bûye.

 “Avigdor Lieberman” Wezîrê Berevaniya Îsra`îlê, di gotûbêjeke taybet ya digel  “Radyoya Ewropaya Azad/Radyoya Azad” de dîsan tekez kiriye, ku welatê vî her cure binkeyên leşkerî yên girêdayî rejîma Îranê yên li Sûriyê wê ji nav bibe, û ragehandiye ku: “Em nikarin şahîdê vê yekê bin ku Sûriye jî bibe binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê, li dijî me, her bi vê sedemê ye jî, em hewl didin da ku her cure binkeyên leşkerî yên girêdayî rejîma Îranê yên wekî “hebûna binkeyên ser bi hêza esmanî, hêza Deryayî yan karxaneyên berhemanîna mûşekan ji nav dibin, herwisa rê nadin ji bo avakirina  binkeyan bo milîşên Şî`e ku li welatên wekî, Pakistan, Îraq û welatên din yên deverê  bo Sûriyê hatine şandin, û emê rûbirûyê wan bibin”.

 “Avigdor Lieberman” di berdewamiya axavtinên xwe de, bas ji pêşeroja Îranê kiriye û hêvî xwastiye digel wan alîkariyê bikin, û ragehandiye jî: “Hêvî dikim ku rojekê mirovên biaqil karûbarên Îranê bigrin destê xwe, da ku em dubare bikarin hevkariyên xwe digel wî welatî dest pê bikin”.

Herwisa “Benjamin Netanyahu” serkomarê Îsra`îlê jî, roja Çarşemî 14`ê Cozerdanê (5`ê Îlonê) di civîna heftiyane ya kabîna “Jerusalem” de, derheq piştavanî û hebûna hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di Sûriyê de tekez kiriye û ragehandiye ku: “Îsra`îl li ser biryara xwe ye, ya derheq pêşîgirtin ji mana hêzên leşkerî û girûpên girêdayî rejîma Îranê di Sûriyê de, û gotiye ku em bi xatircemî ve li hemberî hewlên bo berhemanîna çek û teqemeniyan in di her cihekî de, û ew çi li dûr, çi jî li nêzîkî sînorên me bin, emê li dijî wan  bisekinin”.

Welatê Îsra`îlê hebûna hêzên leşkerî yên girêdayî rejîma Îranê li nêzîkî sînorên welatê xwe metirsîdar dizane, û roja Sêşemiyê bi rengekî fermî ragehand ku, di heyama du salên borî de 200 caran binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê kirine armanca mûşek û êrîşên esmanî yên xwe.