Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Avriyek ji rewşa zarokan di Îranê

19:33 - 23 Nîsan 2014

Arif Vêlzî

Lîstokên devrana zarokatiyê, sedema herî sereke ya perwerdeya hizrî û derûniya her zarokekê ye, ku ji aliyekî ve dibe sedema ektîvbûna hîsên pozitîv ên derûnî û mirovî ên zarokan û, ji aliyekî din ve dibe sedema kêmrengbûna cewherî a hîsên nigatîv weke tûreyî, kerb, dilkituk, tirs û gellek nesaxiyên din.

Her di vê pêxemê de, di piroseya birêveberiya welatên pêşkevtî de, ev têgeh ji aliyê deshilatê ve dibe pirojeyek û bi hemû hêz û şiyanan ve, hewil jêre tên dayîn ku rewş û bestênek baş û guncaw û serdemiyane bona perwerdekirina zarokan ku weke garantiya pêşeroja welat tên hesibandin, pêk bînin.

Lê di Îrana bin deshilata melayan de, her di despêka hatine serkar a Xomeynî û darûdestên wî de, bidarvekirin û kuştin di cihên giştî û li ber çavên xelkê, bi merema tirsandina xelkê nerazî, û têkdana rewşa derûniya civakê, siyasetek bûye ku heya niha jî çi bi awayê resterast û çi jî di ragehandinên giştî de tê pêrevkirin, û bandorek pir nerênî xistiye ser civaka Îranê.
Eva di demekê de ye ku Îranê peymannameya medenî û siyasî ku têde bidarvekirina mirovan li ber çavên xelkê qedexe nasandiye, pejirandiye û vajû kiriye.

Lê em dibînin ku ev diyardeya hovane roj bi roj bona hindek armancên diyarîkirî ên rejîmê, ber bi zêdebûnê ve diçe.

Her encama vê siyaseta sedsalên navîn ên deshilatdarên Komara Îslamî ye ku, em rojane li seranserê Îranê û di medya û torên civakî de, nûçeyên nexweş ên xwe xendiqandina zarokan dibihîsin, ku bi sedema dîtina dîmenên bidarvekirina mirovan di cihên giştî û, ducarî kirina vê karê qirêj weke lîstokên zarokan, canê xwe ji dest didin û cardin ruh û derûna civakê perîşan û birîndar dikin.

Şarezayên warê derûnî û civakî li ser vê baweriyê ne ku, dîtina dîmenên bidarvekirina mirovan di cihên giştî de, bandorên pir zirarbar dixe ser takên civakê û, bigre bandora zirarên han liser zarokan çend qat zêdetir e.

Di dawiyê de tenê vê yekê dikarim bêjim ku dayîk û babno!

Dîtin û bihîstina xwe xendiqandina zarokan bi sedema ducarîkirina dîmenên bidarvekirina mirovan di cihên giştî de, dikare bibe zengeke xeterê bo tak takê we ku, dûr nine her wext û demekê zarokê we bixwe jî bibe nêçîr û bikeve telika siyasetên deshilatdarên Komara sêdare ya Îslamiya Îranê de, lewra bona rêgirtin ji bûyerên weha dilêş û wîjdanhejîn, ji çûyîn û bi taybet birina zarokan bona dîtina bidarvekirina însanan di cihên giştî de, xwe biparêzin û nebin sedem û hander bona pêşveçûna herî zêdetir a siyaseta qirêj û li gorî sedsala navîn a Komara Îslamî.