Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Avroya bajarokê pîşeyî,yê “Mehabad”ê bûye pirisgirêk bo gundên derdor

17:45 - 1 Kanûna Paşîn 2022

Heyamek zêdeye ku Avroya bajarokê pîşeyî, yê bajarê “Mehabad” a ser bi parêzgeha “Urmiyê” li ser rêya “Mehabad- Miyandav”ê dirije nava averoyên qerax rêyan û bûye sedema çêbûna bêhnek nexweş û xelk û rûniştiyên wê deverê bi taybet gundên derdor aciz dike.

Ew Averoyane di despêkê de dirijiyane nava Averoyên werzêrî û baxên “Tirşikan”ê û piştre dirijiya nava averoyan û heta digehe bajarokê damdarî “Cehadava” û piştî derbasbûn ji gundê “Hacî Xoş” û “Girdegirwê” di dawiyê de dirijiya nava qopiya navdewletiya “Baba Elî”

Du sala berî niha jî rûniştiyên gundê “Deriyas” bi sedema rijiyana Averoyan bo nava çavkaniya ava vexwarina wî gundî û bibû sedemê pîsbûna Ava wan.

Welatiyên “Guyêktepe” û çend gundên din li derheq hebûna wan Averoyan di rewişek xirab dene û heta niha çendîn caran şikayetên xwe tomar kirine, lê ti bersivek bi wan re nehatiye danê.